Lêpirsîna 28 Ê Sibatê

Qirara Veşarîtiyê Ya Li Ser Belgeyan Hat Rakirin

Derbeya 28ê Sibatê, hikûmeta Refahyolê ji wezîfê kiribû. Qirara veşarîtîyê ya li ser belgeyên 28ê Sibatê yên heyeta ewlehiya mîllî, hat rakirin. Rakirina vê qirarê, di civîna dawî ya heyeta ewlehiya mîllî de hat xwestin.

Wekî tê zanîn, bi derbeya 28ê Sibatê, mecbûriyeta xwendina ya di mekteban de bûbû 8 sal, mektebên îmam xetîbê yên navîn hatibûn rakirin, qursên dersa Quranê hatibûn girtin. Evana di medyayê de eşkere bûbûn. Feqet hinek tiştên din, ji ber qirarên heyeta ewlehiya mîlliyê nehatibû eşkerekirin. Komîsyona meclîsê ya ku li ser derbe û muxtireyan disekinî, ji sekreteriya heyeta ewlehiya mîllî, van belgeyan xwestibû. Lê ji ber qirara veşarîtiyê, van belgeyan jê re nehatibû şandin.

Hat îfade kirin ku wê komîsyon di rojên pêş de van belgeyan ji nûv de bixwaze. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin