Leşkerê Fransayê

Leşkerê FransayêFransa Yekîneya Eskeriyê Dişîne Sînorê Urdin û Sûriye

Li gor xeberên ajansan hat diyar kirin ku Fransa, li ser sînorê Urdin û Suriyê, bi amanca alîkariya tibî, yekîneyeke leşkerî ava dike. Serocimhûrê Fransa Hollande, eşkere kir ku ji bo yekîneyê ji hikumeta Urdinê destûr girtine.

Ji aliyê dewleta Fransa hat beyan kirin ku, heta dawiya vê heftê, li ser sînorê Urdin û Suriyê, yekîneyeke leşkerî wê were avakirin. Amanca yekîneyê, alîkariya tibiye. Yekine, dike li qampên multeciyan, tesîsan ava bike û xizmetên tenduristiyê bikarbîne. Serokcimhûrê Fransa François Hollande, beyan kir ku Fransa, bi amanca alîkariya tibî û ji bo multeciyan alîkariya tenduristiyê û derman belavkirinê, dike yekîneyeke leşkerî bişîne ser sînorê Suriye û Urdinê. Fransayê ji bo vê alîkariya tenduristî û derman belavkirinê, ji Urdinê destûr girtiye.

Li aliyê din xebera beyan kir ku serokcimhûrê Fransa yê berê Nîkolas Sarkozy, bi riya telefonê dora 40 deqe, bi serokê Encumena Niştimanî ya Sûriye (ENS) Ebdulbasit Seyda re axiviye.

Hat gotin ku Sarkozy û Seyda, rewşa Sûrî gengeşe kirine. Seyda û Sarkozy hemfikir bûne ku  metirsiya kirîza Sûrî heye û hewce ye ku civaka navneteweyî, bilez tiştekî bike da ku nehêle komkujî li Sûrî dubare bibin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be