Leşkerê ku îşkence li pişîkê kir serxweş derket

Walîtîya Erzîncanê: Leşkerê ku îşkence li pişîkê kir serxweş derket.

Walîtîya Erzîncanê derbarê îşkenceya ku li Artêşxaneya Erzîncanê ji teref leşkerekî ve li pişîkê hat kirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin leşkerê ku îşkence li pişîkê kiriye serxweş bûye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin  di encama lêkolînên ku hatine kirin de derket holê ku kesên îşkence li pişîkê kiriye kesê bi navê T.H. ye û ji xelasbûna leşkerîya wî re bes 3 roj mane û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Derket holê ku leşker di dawiya heftiyê de derketiye destûra çarşiyê û eraq vexwarîye. Derbarê vê bûyera ku civak û raya giştî nerihet kiriye de pêvajoya edlî û îdarî hatiye destpêkirin.”

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin