Leşkerên Amerîkaya îşxalker û emperyalist ji Baregaha Asîmanî ya Bagram a li Efxanistanê vekişîyan

Hat ragihandin leşkerên Amerîkaya îşxalker û emperyalist ji Baregaha Asîmanî ya Bagram a li Efxanistanê vekişîyan.

Amerîkaya ku li çar alîyên cîhanê qetlîamên mezin dike û dewletan îşxal dike êrîşên 11ê Îlonê ya ku li Amerîkayê hat kirin ji xwe re kir hincet di sala 2001ê de Efxanistanê îşxal kir. Amerîkaya emperyalist û îşxalker di 20 salan de li Efxanistanê bi hezaran însan qetil kirin û bû sedema birîndarbûna bi sedhezaran însanên Efxanî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin rayedarekî payebilind ê Amerîkayî destnîşan kiriye ku ew temamê leşkerên xwe yên Amerîka û yên NATOyê ji Baregaha Asîmanî ya Bagram a li Efxanistanê vekişandin.

Zebîullah Mucahîdê Berdevkê Talîban derbarê vekişînê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, divê yekîneyên bîyanî ji temamê Efxanistanê vekişin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn