Li 12 bajaran li dijî PKKê operasyon hat lidarxistin: 33 binçavî

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, destnîşan kir ku li 12 bajaran li dijî PKKê opersyon hatin lidarxistin û di encama wan operasyonan de 33 şikdar hatine qefaltin.

Wezîr Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir, îfade kir ku li dijî endamên PKKê operasyonên Gurz-13 hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di Koordînasyona Serokatîya Îstîxbarat û Serokatîya Daîreya TEM a Midurtîya Giştî ya Ewlehîyê; ji teref Midurtîya Şûbeya TEM a Midurtîya Ewlehî ya Bajêr ve bi tevî Entelya, Êlih, Entab, Edîrne, Erzîncan, Colemêrg, Stenbol, Mêrsîn, Mûxla, Riha û Wanê li 12 bajaran operasyon hatin lidarxistin û 33 şikdar hatin binçavkirin.

Yerlîkaya, îfade kir ku di encama operasyonan de gelek amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno