Li 18 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin

DİYARBEKİR - Li 18 gundên ku girêdayê Licê, Hezro û Karaza Diyarbekirê ne ji ber operasyonên li dijî PKKê qedexeya derketina derva hat îlankirin.

Walîtiya Diyarbekirê di derbarê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku li gor agahiyên ber destê wan rêvebirên payebilind ên rêxistinê di nav dehl û çiyayên navbera Licê û Hanê û Karazê de kar û xebat dikin. Ji bo berterefkirina wan û îmhakirina kozik, stargeh û ambarên rêxistinê dê operasyon bê lidarxistin.

Di berdewama daxuyaniyê da hat diyarkirin ji ber operasyona ku dê bê kirin li gundên  Arikli, Dibekkoy, Çagdaş, Yolçati, Serînce, Kabakaya, Uçar, Kayacik, Esenler, Ziyaret, Ortaç, Çavûndûr, Dolûnay, Baglan û Yalazaya gundên girêdayê Licêyê, Çîtlîbahçeya gundê girêdayê Hezroyê, Boyûnlû û Gozebaşiya gundên girêdayê Karazê heta daxuyaniyeke din qedexeya derketina derva hat îlankirin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin