Li 26 bajaran li dijî DAÎŞê operasyon

Wezîrê Karên Hindir Elî Yerlîkaya daxuyand di encama operasyonên ku li dijî DAÎŞê hatin lidarxistin de 92 şikdar hatin binçavkirin.

Elî Yerlîkaya li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyand û diyar kir li 26 bajaran bi navê “destrêşk” operasyona hevdemî hat lidarxistin.

Wezîr Yerlîkaya daxuyand ku li bajarên Aydin, Tekîrdag, Edene, Enqere, Entelya, Bolu, Bûrsa, Çorim, Dîyarbekir, Dizce, Xarpêt, Erzirom, Entab, Ispatra, Stenbol, Îzmîr, Qirikkale, Kîlîs, Qonye, Manîsa, Mêrsîn, Ordu, Seqerye, Sêrt, Sêwas û Yalowayê li dijî DAÎŞê operasyon hatin lidarxistin.

Yerlîkaya, destnîşan kir ku di encama operasyonan de 92 şikdar hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno