Li 269 bajarên Îranê krîza avê tê jîyankirin

Berdevkê Endûstrîya Avê ya Îranê Haşîm Amînî, îfade kir ku li welat di 269 yekîneyên şênîyan de pirsgirêka avê tê jîyankirin.

Amînîyê ku li welat derheqê stratejîya micadeleya bi ziwabûn û pirsgirêka avê ya li welat de civîna çapemenîyê li dar xist, got ku “Bendava Dostluka ku ava Meşhedê jê tê di nav rewşeke krîtîk de ye, li Tebrîzê Bendava Nahandê ziwa bû.”

Amînîyê ku diyar kir goletên li Sistan-Belucistanê û avên binê axê yên li Zencan û Tabasê di nav talûkeyê de ne, bal kişand ku divê ava ku di nav bendavên welat de ne bi teserrûf bê şixûlandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno