Li 42 gundên Diyarbekirê derketina derve hat qedexekirin

Li Diyarbekirê ji ber operasyona ku li dijî PKKê tên kirin li 42 gundên ku girêdayê 5 navçeyên Diyarbekirê ne derketina derve hat qedexekirin.

Hat ragihandin li Diyarbekirê ji ber operasyona ku li dijî PKKê tên kirin li 42 gundên ku girêdayê 5 navçeyên Diyarbekirê ne heta daxuyaniyeke din derketina derve hat qedexekirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hatiye dayîn de hat ragihandin ji ber operasyonên ku li dijî PKKê bên lidarxistin li 42 gundên ku girêdayê 5 navçeyên Diyarbekirê ne derketina derve hat qedexekirin. Di daxuyaniyê de navên gundên ku lê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin wisa ne: “Gundên bi navê Ortaç, Yalaza, Çavundur, Dolunay, Bağlan, Kabakaya, Kutlu, Oyuklu, Türeli, Tepe, Budak, Dallıca, Sığınak, Kıyıköy, Çıralı, Kıpçak, Zümrüt û Damarê ku girêdayê Licê ne, gundên bi navê Kamışlı, Çukurca, Akbulak, Demirli, Bayırköy, Düzce, Temren, Güleç, Taşköprü û Barınê ku girêdayê Pasûrê ne, gundên bi navê Gözebaşı, Sarıerik, Çitlibahçe, Meşebağları, Kırmataş, Terdöken û Kavaklıboğazê ku girêdayê Hazroyê ne, gundên bi navê Dolaplıdere, Dağcılar, Mutluca û Çaldereya girêdayê Farqînê ne, gundên bi navê Boyunlu, Arkbaşı û Tepecika girêdayê Karazê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin