Li 43 Mensûbên Saziyên Îslamî 205 Sal û 7 Meh Ceza Birî

Li gor xeberan emniyet û mehkema Edenê, çav berdane muslumana û li wan neheqî û cezayan dibarînin.

 Li gor xeberan emniyet û mehkema Edenê, çav berdane muslumana û li wan neheqî û cezayan dibarînin.

Di nav wan de mensûbên komela Mustezef-Der a şûba Konyayê ya berî niha hatibû girtin jî hene, doza 43 kesan ji 2007an vir ve dewam dikir. Mehkema Edenê li van 43 kesan yekun 205 sal û 7 meh ceza birî.

Celseya paşîn li mehkema cezaya giran a şeşan a Edenê hat kirin. Parêzerên van kesan Yahya Turan, Ebdulğanî Orhan, Şaban Dalğin û Mîrxan Ozbeklî di celseyê de amade bûn. Mehkeme qirar da. Ji 23 kesan re 6 sal û 3 meh, ji 4 kesan re jî 15 sal ceza hat birîn. Ji van kesên ku 15 sal ceza girtibûn yek jê ji xwe di hepsê de bû, ji bo her sê kesên din jî qirara girtinê derxistin.  Ji bo bersûcên din, serbestiya di merhala Yargitayê de hat dayîn.

Berî niha li mensûbên komelên li Elezîz û Melet û Semsûrê jî ceza hatibû birîn.

www.bangaheq.net

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin