Li 44 bajaran operasyona Narqoçelîk-39 hat lidarxistin: 293 binçavî h

Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya, daxuyand ku li 44 bajaran operasyona Narqoçelîk-39 hat lidarxistin, di encamê de 293 tacirên tiryakê hatin binçavkirin.

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku di encamê de 479 kîlo tiryak, 4 milyon û 945 hezar û 832 heb hebên tiryakê hatin bidestxistin.

Wezîr Yerlîkaya di daxuyanîya xwe de îfade kir ku operasyon li bajarên Stenbol, Yalova, Entab, Îzmîr, Enqere, Entelya, Qonye, Samsûn, Edene, Mêrsîn, Bûrsa, Meletî, Manîsa, Riha, Rîze, Denîzlî, Qeyserî, Aydin, Mereş, Qocaelî, Seqerya, Şirnex, Toqat, Balikesîr, Amasya, Xetay, Xarpêt, Isparta, Qaraman, Nevşehîr, Kinikan, Sînop, Efyon, Eskîşehîr, Tekîrdax, Semsûr, Eqksaray, Bartin, Çeneqele, Erzîncan, Qiriqale, Qirşehir, Mûş û Dîyarbekir hat lidarxistin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"