Li 46 bajêran dê “Îmtîahana Kahniya Qur’anê” bê tertîpkirin

Sibe de ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve dê li 46 bajêran “Îmtîhana Kahniya Qur’anê” ya bi xelata umre bê tertîpkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin ew ê sibe li 46 bajêran û li 100 nevandan di 3 qategoriyên cuda de “Îmtîhana Kahniya Qur’anê” bê tertîpkirin.

Serokê Platforma Nesla Qur’anê Mela Beşîr Şîmşek  derbarê mijarê de destnîşan kir bo Qur’an baş bê fêmkirin tertîpkirina bernameyên wisa bi sûd in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çawa ku em wek Platforma Nesla Qur’anê bo Qur’an çêtir û baştir bê fêmkirin her sal îmtîhanan tertîp dikin îsal jî bi heman awayî em îmtîneke nû tertîp dikin. 5ê Mijdarê  Roja Yekşemê li 46 bajêran û li 100 navendan  ew ê di 3 qategoriyên cuda de  dê bi navê “Kahniya Qur’anê ya Nesla Qur’anê” îmtîhan bê tertîpkirin û ew ê bi deh hezaran kesên ku aşiqê Qur’anê ne  beşdarî vê îmtîhanê bibin. Armanca me ya herî mezin jiyana xwe bi Qur’anê mamûr û înşakirin e.”

Şîmşek di berdewama axavtina xwe de ji bo kesên ku dê bikevin îmtîhanê serkeftin xwest û wiha axivî: “Em dizanin ka xebateke wisa bi xêr çi qas girîng e, lewra di hedîsê de jî tê gotin ‘Ji wê kesê/a bi xertirîn ew kesê/a ku Qur’anê hîn dibe û hîn dike ye.’ Em temamê birayên xwe yên ku doza wan Qur’an e vedixwînin piştgirîdayina van xebat û karên bi xêr. Em niha ve ji bo wan kesên ku dê biekvin îmtîhanê serkeftinê dixwazin.”

ÎLKHA







İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji ber baran, berf û aşîtê Meteorolojîyê hişyarîyek da
Rûsya ji bo Şerê Cîhanê yê Sêyemîn hişyariyê dide
Rêxistina Ewrûpa Yetîm Elî li Helebçeyê bernameya fitar li dar xist
Serdana Wezîrê Karên Hundir Mustafa Çîftçî kir
Li Nisêbînê şerê bi çek: 2 birîndar