Li 71 Girtiyên Ebû Ğûrebyê 5.28 Milyon Dolar Tezmînat Tê Dayîn

Li 71 Girtiyên Ebû Ğûrebyê 5.28 Milyon Dolar Tezmînat Tê Dayîn

Mehkema Emrîka qirar da ku şîrketa Englîtiy Holdîng, li 71 girtiyên mexdûrên îşkenceyên hepsa Ebû Ğûreybê, bi temamî 5 noqte 28 milyon dolar tezmînat belav ke. Hat îfade kirin ku van şîrketên xisûsî yên eskerî, di îşkenceyên Ebû Ğûreybê de xwedî gelek rol bûne.

Wekî tê zanîn skandala Ebû Ğûreybê, di sala 2004an de, bi fotoğrafên ku ji teref eskeran ve hatibûn kişandin, eşkere bûbû. Li ser resmên girtiyan yên tazî û bicaxan ve girêdayî, hemî dinya tepkî nîşan dabû. Di sala 2010an de hemî heps û merkezên binçavkirinê dewrî hikûmetê bûbû. Cara ewil e ku şîrketeke xisûsî, tezmînatê dide girtiyên kevn. Tê hêvîkirin ku şîrketeke din jî, di mehên pêş de bi eynî îddîayan derkeve pêş mehkemê.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin