Li Açeyê Erdhej

Li herêma Açeya Endonezyayê ya li bakurê girava Sûmatrayê ye, bi şîddeta 6 noqte yekê erdhejek qewimî

Li herêma Açeya Endonezyayê ya li bakurê girava Sûmatrayê ye, bi şîddeta 6 noqte yekê erdhejek qewimî. Di hadîseyan de 23 kesan can dan. Zêdetirî 210 kes jî birîndar bûn. Ji bo silametiyê bi sedan kes neqlî stargeh û qempan kirin.

Hadîseyên mezin li herêma Meryahê pêk hatin. Bîna xerabûn, hezaz qewimîn. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.

Li Endonezyayê tekane devera ku şerîet lê hakim e Açe ye. Ji bo serxwebûna Açeyê, li ber hikûmeta merkezî 30 sal micadele hatiye kirin. Di 2005an de peymana aştiyê hatibû kirin.

Di 2004an de jî li herêmê, bobelata Tsûnamî qewimîbû. Di hadîseyan de 170 hezar kesî can dabûn.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin