Li Efğanîstanê teyarên Emrîka yên bê însan êrîşî malekê kir. Di êrîşê de 17 kes hatin qetilkirin. Hadîse do li Andera navçeya eyaleta Gazniya başûrê rojhilata welêt pêk hat. Wezîfedarên Efğanî îfade dikin ku pirrê meqtûlên êrîşê, kesên sivîl in. Qomandarekî ordiyê îddîa kir ku hemî kesên hatine kuştin, mensûbên Talîban in. Hat gotin ku ewilî hêzên Efğan û Natoyê malê dorpêç dikin, dûre jî teyarên Emrîka malê didin ber bombardimanê.
Wekî tê zanîn di êrîşên Emrîka de, roja duşembê li Helmandê 3 kes, di 13ê mehê de jî li Gazniyê 14 sivîl hatibûn qetilkirin. Emrîka îddîa dike ku hedefên wan, mîlîtanê Talîban in.
Eskeriya Emrîka ya li Efğanîstanê qebûl kir ku roja yekşemê li Helmandê 3 zarok qetilkirine. Xeber ji İSAFê hat diyar kirin. Hat gotin ku di êrîşa hewayî ya Emrîka de 3 zarok hatine kuştin.
Li aliyê din êrîşên Talîban jî dewam dikin. Li bajarê Paktyayê, bi wesaîteke bombekirî êrîş li baregeha Emrîka hat kirin. Li gor agahiyên ewil hat gotin ku 45 kes birîndar bûne. Berdevkê Talîban Zebîhullah Mucahîd di beyana xwe de êrîşê girt ser xwe û da zanîn ku mucahîdên Talîban ketine baregehê û bi sîlehên giran şer kirine.
Her wiha Talîban diyar kir ku 2 helîkopterên Emrîka xistine xwarê. Der heqê hadîseyê de zêde agahî nehat dayîn.
www.bangaheq.net