Li Agiriyê kamyon û otomobîl li hev qelibîn: 2 mirî, 2 birîndar

Di qezaya ku li navçeya Hamur a Agiriyê qemyonek û otomobîlek li hev qelibîn de dê û bavên di heman wesayîtê de canê xwe ji dest dan û zarokên wan jî bi birîndarî xilas bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin qeza îro danê sibê saet di 07.15an de li ser rêya Agirî-Wanê ya navçeya Hamûrê pêk hat.

Di qezayê de maşîneya bi plaqeya 07 AHJ 129 a ku O. Y. diajot û ber bi Agiriyê ve diçû, dema ku ji xaçerêyê dizivirî li kamyoneta bi plaqeya 47 AAP 816 a ku ajokarê wê M. G. bû û ber bi navçeya Tûtaxê ve diçû. .

Di qezaya ku di encama qezaya ku pêk hat de şofêrê maşîneyê O. Y. di wesayîtê de jiyana xwe ji dest da, T. Y û zarokên wî Y. Ç. jî di wesayîtê de bûn. Y. û A.Y birîndar bûn.

Piştî kesên ku qeza dîtin îxbar kirin ekîbên îtfaiye, tenduristiyê yên lezgîn, polês û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di encama hewldanên demdirêj ên îtfaiyeyê de cenazeyê ajokar O.Y.yê ku di wesayîtê de asê mabû ji cihê bûyerê hat derxistin.

Piştî ku li cihê bûyerê alîkariya ewil hat kirin, birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê.

Hate hînbûn ku ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê T.Y.yê tevî hemû mudaxaleya bijîşkan jî nekarî xilas bibe û jiyana xwe ji dest da.

Polîsan der barê qezayê de tehqîqar da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê mijeke gurr bandor kir
HUDA PARê li Afyonkarahîsarê bi beşdarbûna Serokê Giştî Yapicioglu kampa nirxandina dawiya salê li dar xist
Li navçeya me ya Çinarê qezayeke trafîkê ya bi ziyana maddî çêbû
Balafira biçûk li Fransayê ket: 4 kes mirin
Ger hûn her tiştî li ser maddeyê ava bikin, nifşê din jî ew ê bibe tiryakê maddeyê