Li Aksarayê qezaya trafîkê: 3 mirî, 2 birîndar

Li Aksarayê du erebeyên ku di heman rêde diçûn li hev qelibîn, di encama qezayê de 3 kes mirin, 2 kes birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku li ser rêya Aksaray-Qonyayê erebeya ku di bin kontrola D.G. de bû, dema ku dixwest erebeya ku di bin konrola S.A.T. de ye derbas bike li hev qelibîn. Di encama li hevketina erebeyan de herdu erebe jî ji li refûjê ketin.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Ekîbên tenduristîyê yên ku hatin cîhê bûyerê û lêkolînan kirin destnîşan kirin ku S. A. T., M. T. û A. T. canê xwe ji dest dane.

Hat hînbûn mirovên ku di nav erebeya dinê de bûne jî birîndarin û rewşa wan giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?