Li Amasyayê otobûsa rêwîyan qelibî: 5 mirî, 30 birîndar

Li navçeya Merzîfona Amasyayê otobûsa rêwîyan qelibî, di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî birîndar bûn.

Qeza, di seatên serê sibehê de li alîyê Herêma Senayî ya Organîzeya Merzîfonê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa rêwîyan ya ku ji Enqereyê diçû Tokatê, ji ber ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li kêleka rê qelibî.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên îtfaîye, tenduristî û polês hatin sewqkirin. Li gorî diyarîyên ewil di encama qezayê de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Merzîfonê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno