Yekîtîya Âliman û Medreseyan ÎTTÎHADê, li Amedê ji bo 52 xwendevanan merasima îcazetê li dar xist. Di merasimê de behsa girîngîya ilm û âliman hat kirin û peyamên biratî û yekîtîye hat dayin. Di merasimê de hat beyan kirin ku wê di 18ê nîsanê de bi beşdarîya âliman, komxebatek jî bê li dar xistin.
Yekîtîya ‘Âliman û Medreseyan ÎTTÎHADê, ji bo 52 xwendekarên ku di medreseyên ÎTTÎHADê saz kirine de ilmê xwe xelaskirinên, li Amedê merasima îcazetê tertîp kirin.
Gelek alim û nûnerên herêmê û ji giştîyê Tirkîyeyê beşdarî bernameyê bûn.
Merasim bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir.
Piştî tîlaweta Quranê, alimên herêmê yên ku beşdar bûbûn dor bi dor rahiştin miqrefonê û li ser girîngîya ilm û aliman axifîn.
Alîkarê serokê ÎTTÎHADê Mûhemmed Ozer jî derbarê armanc û hedef û xebatên ÎTTÎHADê de agahî parve kir.
Serokê ÎTTÎHADê mela Enver Kiliçarslan jî axifî û bal kişand ser pirsgirêkên di alema Îslamê de. Mela Enver gazî mislimanan kir ku hemî tev bibin yek.
Miftîyê naçeya Kayapinarê Sirrî Şik jî beşdarî merasima îcazetê bû û îfade kir ku ilm bi teqwayê hê bêtir xweş dibe. Divê lazime meriv şipşidandî bi benê xweda bigire.
Piştî axaftinan îcazetê 52 xwendekarên ku ilmê xwe xelaskirinê û heq qezenc kirine hatin dayîn.
Di vê navberê de, di bernameya îcazetê de dîroka komxebata aliman jî hat eşkere kirin.
Hat dîyar kirin ku wê bi beşdarîya âlimên herêmê û âlimên wek ji Kurdistana Îrana, Kurdistana İraqê û Kurdistana Sûrîyeyê wê di 18ê Nîsanê de li Amedê komxebatekê li dar bixin. Hat îfade kirin ku ji bo bangewazîyê dawetîye jî ji âliman re hatîye şandin. (ÎLKHA)