Hat ragihandin ku îro di derdora sibe de ji Girtîgeha Diyarbekirê 6 mehkûmên PKKyî yên ku di sinifa rêvebiran de bûn firar kirine.
Midûrê Girtîgeha Diyarbekirê di derbarê mijarê de zanyarî neda û her wiha hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin.
Navên 6 mehkûmên ku hatiye ragihandin ji rêvebirên PKKê ne û ji girtîgehê revîne wiha ye: Osman Kiliç, Beşîr Arcagok, Ramazan Aslan, Devrîm Kavak, Ulaş Arslan û Diyar Aydu ye. hat ragihandin ku ji firariyan Beşîr Arcagok 7 cezayên sermedi yên ji hev cûda, 5 kesên din jî mehkûmên cezaya sermedi ne.
Hat ragihandin ku polêsan derdora girtîgehê dorpêç kirine û dest bi tehqîqatê kirine.
Hat ragihandin ku ji van mehkûman 3yê wê berê jî ji Girtîgeha Çewlîgê firar kirine. Wekê ku tê zanîn dema ku mehkûm ji Girtêgeha Çewlîgê rebîbûn ji wan mehkûman 17 kesên wê bi operasyonê hatibû girtin. (ÎLKHA)