Li Amedê gelek mal û dikan di bin avê de man

Li Amedê gelek mal û dikan di bin avê de man

Amed (Rûdaw) - Li bakûrê Kurdistanê şilî bû sedema gelek zehmetiyan. Li Amedê ji ber baranê gelek xanî û dikan di bin avê de man. 

Li bakûrê Kurdistanê ji aliyekî ve berf ji aliyê din ve jî baran, bandoreke neyînî li jiyanê dikin. Li herêma Serhedê ji berfê rêyên gelek gund û mezran hatin girtin. Li bajarên wekî Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê jî baran bû sedema pirsgirêkan. Li Amedê di nav 24 saetên dawî de 38 kîlo şilî bariya. Ji ber barana dijwar, ji 30'î zêdetir xanî û dikan di bin avê de man. Her wiha ceyran jî bû sedem ku welatî eziyet bikşînin. Li Taxa Palûke ya Amedê jî maşînek ku karê çêkirina pirê dikir, di bin avê de ma. Ji ber ava li cadeyan kom bû, gelek kes şerrpeze bûn. Wesayîtên di nav avê de man jî, bi maşînên mezin hatin xilaskirin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar