Li Amedê li Ber Şaredariyê Rageşî

Şofêrên midîbusan li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çalakî li dar xistin û di navbera şofêr û xebatkarên şaredariyê de pevçûn derket, li ser vê polêsan midaxele kir.

Şofêrên midîbusan li ber Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çalakî li dar xistin û di navbera şofêr û xebatkarên şaredariyê de pevçûn derket, li ser vê polêsan midaxele kir.

Li gor agahiyan li ser biryara şaredariyê otobêsên gel yên şaredariyê dê li navçeyê derkevin seferê, li ser vê şofêrên midîbusan ên navçeyê bertek nîşanî biryarê dan û li ber şaredariyê bi wesaîtên xwe çalakî li dar xistin. 

Şofêran xwestin ku bi rayedaran re biaxivin, lê xebatkarên ewlehiyê nehiştin û di navbera wan de pevçûn derket. 

4 xebatkarên ewlehiyê birîndar bûn.

Rageşiya di navbera personel û şofêran de mezin bû û polêsan midaxele kir.

Di pevçûnê de hin şofêr û personelên şaredariyê birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên cur bi cur.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin