Li Amedê PKKyî yên ku muzexane talan kiribûn hatin derdest kirin

Li Amedê digel bûyera talankirina Entîqxaneya Zîya Gokalpê 10 PKKyî yên tevlî gelek rêzeêrişan bûbûn hatin girtin.

Li Amedê çalakvan û êrîşkarên di bûyerên talankirina Muzexaneya Zîya Gokalp û şewitandin û talankirina PTT û şaxên bankayan de cî girtine, hate destnîşan kirin ku ji ber sûçan 10 PKKyî hatin girtin û lêgerîna 10 kes in din jî didome.

Li gor daxuyanîya Walîtîya Amedê, di cûr be cûr deman de bi sucdarîya li navçeya Baglarê li taxa Fatîhê kuştina mirovekî, talankirin û şewitandina Entîqxaneya Zîya Gokalp, çalakîyên kolandina xendekan, êrişên bi kevir û molotof û fîşekên hewayê, êrişên teqînî û çekdarî, şewitandin û talankirina PTTê û şaxên bankayan,bi rû veşartinê rê birîn û mirov revandin derbarê 23 gomanbaran de biryara girtinê hatiye derxistin.

Li gor daxuyanîya nivîskî, li Amed û Îzmîrê, di  8ê Nîsana 2015an de, di sergirtinên ku  hevdem hatin rastkirin de bi navê M.K, A.D, Ş.S, E.T, V.D, S.E, M.D, V.A, M.E û H.B 10 gomanbar hatine girtin. Di lêgerîna adresên bersûçan de rûpoş, bêtel, dokument û qûtîyek torpîl hatine bidest xistin.

Xebatên lêgerînê bona 13 sûcdaran hê didomin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin