Li Amedê qerara girtinê ya di derheqê du saziyan de hat rawestandin

DİYARBEKİR - Lîseya Temel a Oz Kayapinarê û ŞURA-DERa ku di çarçoveya Qerarnameya di Hukmê Qanûna OHALê de bi hinceta têkiliya wan bi FETO re heye di derheqê wan de qerara girtine hatibû dayîn ku ev qerar hat rawestandin.

Digel Qerarnameya di Hukmê Qanûnê ya ku di çarçoveya OHALê de hat derxistin 35 saziyên tenduristiyê, hezar û 43 saziyên perwerdehiyê, hezar 229 weqf û komelê, 19 sendîqa û 15 zanîngehên ku têkiliya wan bi FETOyê re hene û hatin girtin.Di vê bergehê de li Diyarbekirê 17 mekteb, zanîngehek, 2 weqf û 27 komele hatin girtin.

Digel qerarnameya ku hat weşandin li Diyarbekirê di derheqê Lîseya Temel a Oz Kayapinarê û ŞURA-DERê de bi hinceta têkiliya bi FETO re, qerar girtine hatibû dayîn ku ev qerar hat rawestandin.

Li gor agahiyên ku ji rayedarên her du saziyan hatine wergirtin bi hewildanên wan hatiye fêmkirin û eseh bûye  ku têkilya sazîyên wan bi FETO re nîne û ew ê Wezareta Karê Hindur navê her du saziyan ji  lîsteya ku qala wê têt kirin dê derbixe û lîsteyê ji nû ve biweşîne.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye