Li Amedê wesayîta xwendevanên ku diçûn taziyê qeza kir: 13 birîndar

Komek xwendevanê ku li Zanîngeha Îbrahîm Çeçena Agirîyê dixwenin dema ku ji bona tazîyê dihatin Diyarbekirê qeza kirin. Di qezaya ku pêk hat de 13 xwendevan birîndar bûn.

Wesayîta komek xwendevanê ku li Zanîngeha Îbrahîm Çeçena Agirîyê dixwenin dema ku ji bona tazîyê dihatin Diyarbekirê qeza kir. Di qezaya ku pêk hat de 13 xwendevan birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin qeza îro di seat 07.10an de li têketina navçeya Bismilê pêk hat. Transîta bi plaqeya 04 M 1419  ê ku ajokarê wî Yakup Ugur bû hakîmîyeta transîtê winda kir û transît kete şarampolê.

Di qezayê de kesên bi navê Yakup Ogur (38), Melîke Fırat Alagoz (19), Omer Yildirim (20), Bedîr Hakli (19), Fatma Burakman (30), Murat Bozyîgît (23), Ferhat Şen (20), Emîne Turan (19), Erkan Dursun (19) Ozlem Yagmurlu (22), Sedat Beyan (19), Fatma Burakman (19) û Ercan Acar (23) birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin