Li Amerîkayê balafira eskeriyê ket: 16 mirî

Li Amerîkayê balafirê neqliyê ya eskeriyê ket, di encama ketina balafirê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li eyaleta Missîssîppiya DYAyê balafirê neqliyê ya eskeriyê ket, di encama ketina balafirê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gor agahiyên ku hatin wergirtin li herema Deltaya Missîssîppiyê  balafirê neqliyê ya eskeriyê ya bi tîpa C-130 ket. Piştî bi ketina balafirê hat bihîstin  gelek itfaiye û yekineyên rizgarkirinê sewqî cihê bûyerê hatin kirinç Rîck Banksê Şerîfê Leflorê di daxuyaniya ku da de destnîşan di qezaya ku pêk hat de 16 kes  mirine. Banks her wiha diyar kir heta niha cinazeya 12 kesan hatiye dîtin û ditîna cinazeya 4 kesên din xebat berdewam dikin.

Ji teref rayedaran ve heta niha tu daxuyaniyê fermî di derheqê bûyerê de nehat dayîn.(ÎLKHA)




 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe