Li Amerîkayê Erdhej

Lı kalîfornıya eyaleta amerîkayê, bı lerza 6an zelzeke şedîd qewımî. dı erdheja ku dı 25 salên dawîn de ya wek herî şedîd hat dıyarkırın de, gelek kes bırîndar bûn. pıştî vê zelzeleyê lı perû û şîlîyê jî erdhej pêk hatın.

Li Kalofîrniya eyaleta Amerîkayê, bi lerza 6an erdhejek pêk hat. Hat gotin ku merkeza zelzeleyê 10 kîlometre dûrî başûrê bajarê Napayê bû.

Di erdheja ku di 25 salên dawîn de ya wek herî şedîd hat diyarkirin de gelek kes birîndar bûn.

Bi sedema zelzeleyê li bajêr panîk çêbû. Gelek kes daketin kuçeyan, di malan de xisar pêk hat, boriyên avê teqîyan, di rêyan de terk çêbûn. Di hinek malan de ji ber gazê şewat derketin, nêzî 40 hezar mal bê ceyran man. Walîyê Kalofîrniyayê ji ber hedîseyan rewşa acîl îlan kir.

Piştî vê zelzeleyê li Perûyê bi lerza 6,9an erdhejek pêk hat. Di zelzeleyê de tiştek bi tu kesî nehat. Rayedaran dan zanîn ku piştî zelzeleyê rîska tsûnamîyê tune ye.

Her wiha li Şîlîyê jî bi lerza 6,4an zelzeleyek qewimî. Rayedaran dan zanîn ku di hedîseyê de tiştek bi tu kesî nehatiye. Lê ji ber erdhejê li hinek herêman xizmetên ceyran û telefonê sekinîne.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar