Li Amerîkayê ji bo Filistînê xwpêşan hat lidarxistin

Li Washingtona paytexta Amerîkayê ji bo Filistînê xwepêşan hat lidarxistin û ew êrîşên ku ji teref siyonistên îşxalker ve hatin lidarxistin hatin şermezarkirin.

Sazîyên Îslamî, Ereb û Filistînî yên ku li Amerîkayê kar û barên xwe birê ve dibin banga xwepêşanê û şermezarkirina siyonistan bang kirin. Ji ber banga ku hat kirin li ber Abîdeya Lîncoln bi hezar kes li hev civîyan û bi alên Filistînê û bi pankartên ku hatin vekirin xwepêşandan desteka xwe ji bo gelê Filistînê diyar kirin.

Xwepêşandan daxwaz ji Amerîkayê kirin ku dawî li wê desteka ku ew dide siyonistan bîne.

Di dema xwepêşanê de xwepêşandêr sloganên mîna “Ji Bo Filistînê Azadî, Ew ê Filistîn rojekê azad bibe” hatin avêtin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn