Li Amerîkayê ji nîjadperestan xwepêşanên tundrewiyê

Di xwepêşanên ku li Amerîkayê ji teref nîjadperestan ve hat lidarxistin de kesek mir û di encama ketina helîkopterê de 2 polês mirin. Li heremê rewşa awarte hat îlankirin.

Li Charlottesvîlleya bajêra ku girêdatê Vîrgînîaya Amerîkayê ye piştî ku peykera General Robert E. Lee yê ku di herba navxweyî ya Amerîkayê de koletiyê diparast hat rakirin re xwepêşanên nîjadperest ên tundrewî dest pê kirin.

Di dema xwepêşanên nîjadperestan de di navbera kesên nîjadperest û dijberên wan de rageşî derket. Di dema xwepêşanan de kesekî ku nasnameya wî nediyare erebê ajot ser pêşandaran, di encama bûyerê de kesek mir.

Ji ber bûyerên ku pêk hatin Waliyê Vîrgînîayê rewşa awarte îlan kir.

Her wiha hat ragihandin helîkoptera polêsan a ku li herema xwepêşana erkdar bû ket, di encama ketinê de 2 polês mirin.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin