Li Amûdê Ofîsa PDK-S hat şewitandin

Hat ragihandin li Amûdê Ofîsa PDK-S ji teref kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve hat şewitandin.

Derbarê mijarê de ji teref Buroya Çapemenîyê ya Teşkîlata Amûdê ya PDK-Sê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, doh êvarî derdora seat 01.00ê de kesên ku nasnameyên wan nediyar e êrîş birin li ser avahîya PDK-Sê ya li Amûdê û dû re avahîyê şewitandin.

Li gorî daxuyanîyê şewat di encama xebata ku hat kirin de hat tefandin.

Li Kurdistana Rojava gelek caran êrîş li avahîyên PDK-Syê tên kirin ku li gorî rayedarên ENKSê kesên ku vê êrîşê dikin PYD bi xwe ye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e