Li Ankarayê Gardiyanek Sê Hevalên Xwe Kuşt

Li Ankarayê merivekî ku cînnet derbaskir sê hevalên xwe yên kar kuşt.

 Li Ankarayê merivekî ku cînnet derbaskir sê hevalên xwe yên kar kuşt.

Ji otobosa servîsê a Hepsa Sîncanê di se’etên sibê de dengê sîlehan bilind bûn.

Wasîta serwîsê ya ku diçû bibal qezaya Etimesgutê memûrê parastina înfazê Emre Ençok girte wasîteyê.

Pey ku otobos hereket kir, Ençok, bi sîleha xwe gulle barande ser hevalên xwe yên kar.

Alî Dûran, Çelebî Aygun û Mustafa Halici di cî de can dan.

Jina Alî Dûran Seda Dûran jî bi awayekî giran birîndar ket.

Hat beyan kirin ku Ençok beriya ku gulla bibarîne gotiye: “Ma ev yek li min tê kirin we heyata min mehf kir.” Polîsên ku hatin ciyê hadîseyê Emre Ençok desteser kirin.

Jinika ku ji serê xew birîndar bibû jî hat rakirin Nexweşxaneyê. Di derbarê hadîseyê de lêpirsîn dewam dike.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar