Li Antalyayê otobusa rêwiyan qelibî: 10 birîndar

Li navçeya Korkuteliya Antalyayê otobusa rêwiyan a ku ji ber baranê ji kontrola şofêrê xwe derket, li şerempolê ket xwarê. Di qezayê de 10 kes birîndar bûn.

Qeza îro di saet 14.30an de li Yukari Karaman pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin otobusa rêwiyan a di bin kontrola F.C.yê de ji ber baranê li ser rêya dişemitî ji kontrolê derket û ji şerempolê ket xwarê.

Di qezayê de 10 rêwî birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndar rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Şofêr F.C. ji ber îfadeya wî birin qereqola cendirmeyan. Der barê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"