Li Arakanê li ber çavên însanetiyê dramek pêk tê

Serokwekîlê Karên DiyanetêAhmet Keleş diyar kir li Arakanê li ber çavên însanetiyê drameke mezin pêk tê û saziyên navneteweyî li ber vê zilmê bêdeng dimînin.

Serokwekîlê Karên Diyanetê  Ahmet Keleş Dr. Hla Kyawê Serokê Konseya Rohîngyayê yê Ewrûpayê û heyeta pê re qebûl kir.

Keleş di ziyareta ku hat kirin de diyar kir ji ber  pevçûnên di nava alema Îslamê de  Misliman nikarin di anv yekîtî û digelheviyê bertek nîşanî  zilmê bidin û dû re wiha got: “ Di qerna 21emîn de li ber çavên însanetiyê de li Arakanê drameke mezin pêk tê. Bi sed hezaran Misliman di war û welatên ku lê hatine dinyayê ji heqên xwe yên însanî tên mehrûmhiştin û tên kuştin. Ev kuştin û zilm li ber çavên însanetiyê tên kirin. Ji ber  pevçûnên di nava alema Îslamê de  Misliman nikarin di anv yekîtî û digelheviyê bertek nîşanî  zilmê bidin.

 “Mislimanan di camiyên gund de kom dikin û wanan digel camiyê dişewitînin”

Dr. Hla Kyawê Serokê Konseya Rohîngyayê yê Ewrûpayê jî di ziyareta ku hat kirin de  destnîşan kir heta îro zêdetirî 500 hezar Mislimanên Arakanî xwe spartine  Bangledeşê û nêzî 200 hezar Misliman jî di nav daristanan de ne û hewil didin ji esker û çeteyên Bûdîst birevin. Kyaw dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 98 gund bi temametî hat şewitandin. Mislimanan di camiyên gund de kom dikin û wanan digel camiyê dişewitînin. Di van bûyerên dawî de 10 hezar kes li Arakanê ji teref eskerên Myanmar û çeteyên Bûdîst ve bi îşkenceyan hatin qetilkirin.”

ÎLKHA









İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e