Li Araqanê Derdê Zaliman

Li Bûrmaya welatê başûrê rojihilata Asyayê, ev nêzî 2 salan e ku li muslumana qetlîam tên kirin. Eşkere bû ku di pey van qetlîaman de petrol û gaz hene.

Li Bûrmaya welatê başûrê rojihilata Asyayê, ev nêzî 2 salan e ku li muslumana qetlîam tên kirin. Eşkere bû ku di pey van qetlîaman de petrol û gaz hene.

Nifûsa Bûrmayê 60 milyon e. Nêzî 3 milyonê wê musluman in. Du sal e ku li van muslumanên Araqanê, bê deng û beng qetlîam tên kirin. Ev qetlîam nakevin rojeva cemiyeta dinyê jî, lewra medya dinyayê li gor menfîeta rojava û Emrîka dixebite.

Di vê hefta dawîn de, der heqê qetlîamên Bûdîstan de, hinek xeber hatin beyankirin. Di zulm û wehşetên Bûdîstan de, zêdetirî 50 musluman hatin qetilkirin. 10 camî û bi sedan mal hatin şewitandin. Bi deh hezaran musluman mecbûrî tehcîr û hîcretê bûn.

Tê gotin ku sebebê van qetlîaman, xeta boriya Swegazê ye ku, wê di meha Gulanê de bê vekirin. Di 2004an de li erda muslumanên Araqanê, hatibû tesbîtkirin ku rezerva bi qasî trîlyonek û 2 milyar metrekûp gaz û 2 milyar û milyon bermîl petrol heye. Ev xeta boriyê, wê piştî du mehan bigihêje Çînê. Ji ber vê yekê li muslumanên nişteciyên nêzî xeta boriya gazê, qetlîam tên kirin da ku, van deveran ji muslumanan paqij bikin.

Heta niha ji ber qetlîam û wehşetên Bûdîstên hov û har, zêdetirî 120 hezar musluman, war û malê xwe terk kirine û derbasî Bangladeş û Taylandê bûne. Bi hezaran jî hatine qetilkirin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar