Li Mêrdînê nêzê Zanîngeha Artukluyê wesayîtekê qilopanî bû. Di encama qilopanîbûnê de kesek mir yek jî birîndar bû.
Gor agahiyên hatine bidest xistin li ser Rêbeja Mêrdîn-Diyarbekirê wesayîta ku pleqeya wî 44 PT 325 bû di nêzê Dêma Zanîngeha Artukluyê ji ber ku ajovan hakîmîyeta xwe winda kir wesayît ji kontrolê derket û teqle avêt.
Di encama qezayê de Nurettîn Ayaş jiyana xwe ji dest da. Mehmet Şîrîn jî birîndar bû. Şîrînê k udi wesayîtê de şidiyabû ji teref tîmên vekûjê ve hat derxistin. Dûvre Şîrînî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.
Di derbarê qezayê de tehqîqat hat dest pê kirin. (ÎLKHA)