Li asîman dîmenek ku mirovan kir nav heyecanê

Ronahiya ku di saetên êvarê de li gelek bajarên herêmê li asîman hat dîtin bû sedema îdiaya 'meteor ket xwarê'.

Ronahîya ku li hinek bajarên herêmê hat dîtin ji aliyê hinek welatiyan va bi kamerayên telefonên destan ve hat qeydkirin.

Derheqê wê yekê ku tê îddîakirin ku li gelek bajaran hatiye dîtin, meteor e yan na, hê ti daxuyanîyek nehat dayîn.

Tîra ronahiyê ya ku ji bo çend saniyeyan ezman ronî kir li Dîyarbekir, Çewlig, Xarpêt, Êlih û Dêrsîmê bû sedema heyecanê.

Li hinek deveran ezman ji nişkave bi tîrêja ronahiyê ronî bû.

Gelek kesan bûyera ku qewimî wekî ketina meteorê binav kir.

Piştî ku wê tiştê ket xwarê, dengek bilind hat bihîstin.

Îhtîmale ku cîsma ku ronahiya şîn û sor derxistîye meteor be.

Derheqê bûyerê de hêj ti agahîyeke fermî nehat belavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno