Hikûmeta Bangladeşê ya ku dijminantiya Îslam û muslumanan dike, di heqê pêşîvanên Cemaeta Îslamî de qirara îdamê daye. Ji ber vê yekê jî li welêt, protesto qut nabin. Millet bawer dike ku qirara îdamê ya hikûmetê, mîna neyartiya Îslamê hatiye dayîn. Ji lew li gelek deveran li ber hikûmetê protesto tên lidarxistin.
Milletê musluman, li paytext Daqqayê, mehkema sûcên herbê protesto kir û bi polîs re pevçînin. Hat gotin ku di hadîseyan de polîsek hat kuştin. Kenalên televîzyona diyar kirin ku, di şîddetan de bi dehan kes jî birîndar bûn. Di protestoyên li merkeza Daqqayê de, polîs bomba gazê û fîşekên plastîk bikar anî, gelek kes jî desteser kir. Li dervê Daqqayê jî, protesto berdewam in.
Li ser gaziya Cemaeta Îslamî ya ji bo greva giştî, gelek sazî kirin tatîl. Li welêt gelek mekteb û kargeh girtî ne û rê vala ne.
Hikûmeta Bangladeşê mehek berê, di ğiyabê de li Ebulkelam Azadê lîderekî Cemaeta Îslamî jî, ceza îdamê birîbû. Li 9 lîderên Cemaeta han ceza îdamê hatiye birîn. Tê gotin ku qirara îdaman, siyasî ye.
Bangaheq