Li Bangladeşê Wehşeta Laîk

Li Pakîstanê bi sedem ‘îdamên hatine dayîn serekên Cema’eta Îslamî pevçûn derketin. Di encamê de 82 kesî can da.

Li Pakîstanê bi sedem ‘îdamên hatine dayîn serekên Cema’eta Îslamî pevçûn derketin. Di encamê de 82 kesî can da.

Pey ku Mehkema Cezayê Beynelmîlelî bi behaneya destek dayîna qetlî’amê di cenga azadiyê de û ji bo bibin Musulman zordayîna hîndûyan, di derheqê Sa’îdî de cezayê ‘îdamê da, ji alî Musulmanên Bangladeşê ve protesto hatin lidarxistin. Di dema protestoyan de hat beyan kirin ku 82 kesî can dane.

Partiya Milliyetperwer a Bangladeşê îlan kir ku: “Ev qetlî’am wehşeta herî mezin e di dîroka Bangladeşê de.” Alîkarê serekê partiyê jî go: “ Pey qerara ‘îdamê hukumetê polîs û destegîrên partiya laîk şande ku herin gelê protestoyan dikin qetlî’am bikin. Tiştên ku îro hatine kirin wê bikevin dîrokê û gelê Bangladeş dibin tirsê de ye.”

Cema’eta Îslamî, ji bo protestoya qeraran roja yekşem û duşemê li tevî welat greva giştî îlan kir. Tê texmîn kirin ku wê li tevî welat protesto zêdetir bibin..

Hukumetê jî pey ku protesto zêdebûn hêzên xisûsî yên di Artêşa Bangladeşê de ku sînoran diparêzin î’lan kir ku wê wezîfedar bikin û bi vî awayî dixwaze xelqê Bangladeşê bide rûniştandin.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar