Li Barê Abdullah Denîzhan bi ceyranê rehmet kir

Li navçeya Çinara Diyarbekirê zilamê ku dûçarê herîka ceyranê bibû jiyana xwe ji dest da.

Abdullah Denîzhanê 50 salî yê ku navçeya Çinara Diyarbekirê di Taxa Barê de dûçarê herîka ceyranê bibû jiyana xwe ji dest da.

Gor agahiyên hatine bidestxistin Denîzhan ji bo ku arizaya ceyranê tamîr bike derket serê dîreka ceyranê. Denîzhanê ku dûçarê herîkê bû ket xwarê.

Hemwelatiyên hawîrdor Denîzhanê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Piştî ku midaxaleya ewil hat kirin Denîzhanê sewqê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin.

Denîzhan di fakulteyê de digel midaxaleyan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku 8 zarokên Denîzhanê heye. (ÎLKHA)




 

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin