Li Batmanê 5 Xwendekarên Qîz Îcazeta Hafiztiyê Wergirtin

Li Batmanê ji bo 5 qîzên xwendekar, merasîma îcazeta hafiztiyê hat li dar xistin. Merasîm ji teref komela Bîlge-Derê ve hat rast kirin.

Li Batmanê ji bo 5 qîzên xwendekar, merasîma îcazeta hafiztiyê hat li dar xistin. Merasîm ji teref komela Bîlge-Derê ve hat rast kirin. Jin û qîz teveccuhek mezin nîşanî merasîmê dan.

Merasîm bi xwendina Quranê dest pê kir. Di merasîmê de Selma Altûn xeberdanek kir. Di xeberdana xwe de wiha got “Li çar terefê dinyayê êrîş û heqaret li Quranê tên kirin. Ehlê kufrê dixwazin mesaj û peyama Quranê hilînin. Lê li aliyê din mûcîzat, belağat û kerematên Quranê li meydanê ne. Bi van xizmet û hafiztiyan jî eşkere dibe ku Quran û nûra Quranê, tu carî nayê tefandin.”

Di bernamê de bi navê “Hafizên Quranê” şanoyeka tiyatroyê jî hat lîstin.

Hat diyar kirin ku 5 qîzên ku nêzî du sala ye tehsîla hafiztiyê dîtine, hafiztiya xwe qedandine û îcaza hafiztiyê wergirtine. Merivên hafizeyan, malavayiya xizmetkar û kedkarên komelê kirin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin