Li Batmanê bernameya mewlûdê bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir

ÊLIH - Bernameya Wîladeta Pîroz a ku li Batmanê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir.

Bernameya Wîladeta Pîroz a  bi mijara ‘Pêxemberê Wehdet û Biratiyê Hz. Muhammed’ ya ku li Batmanê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi beşdarbûna bi deh hezaran kesî bi kelecan û coşeke mezin dest pê kir.

Bername di seat 13.30an de piştî edakirina nimêja nîvro bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Hat dîtin di destpêka bernamê de bênavber tekbîr û salawat tên anîn.

Bi taybetî jî li qada bernamê hat dîtin pîrek eleqeyeke mezin nîşanî bernamê dane.Di bernamê de nîdayên ‘Salat û Selam li ser te be Ya Resûlê Xwedê’ bi ber asîmanê ve bilind dibin.

Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm mewlûdxanan Mewlûda Şerîf xwendin û zarokên biçûk jî ayet û hedîsan anîn ziman.

Arîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Aydin Gok, Abdurrehman Cens, Saît Ortaç, Endamên GÎKê Îsa Aydin û Serkan Ramanli û her wiha gelek kesên ji teşkîlatên  bajêr û navçê yên HUDA PARê beşdarî bernamê bûn.

Her wiha gelek zêde alim û seyda, temsîlkarên cemaetên îslamî , rîspî û temsîlkarên STKyan jî beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz bûne.

Bername a niha bi axavtina Mela Beşîr Şîmşek berdewam dike.(ÎLKHA)





 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye