Li Batmanê bi sedan zarok nimêjê hîn bûn

Platforma Evîndarên Pêxember li Êlihê di dema betlaneyê de bernamê tertîb kir û ji nêzî 200 zarokên ku temena wan di navbera 7-10an de bû re nimêjê hîn kir.

Di betlaneya navbirê de ji teref Cemîyeta Mustezafan, Hîra-Der, Bîlge-Der, Sevgî-Der û Komeleya Şefkat Eliyê yên ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember a Êlihê ne ve di çarçoveya bernameya ‘Em ji zarokên xwe re nimêjê hîn bikin û bi wan bidin hezkirin’ de fealiyetin hatin kirin. Di fealîyetên ku hatin kirin de ji  zarokan re nimêj,destnimêj, dua û îbadetên mîna van hatin hînkirin.

Rayedarên Platforma Evîndarên Pêxember di derheqê fealîyet û bernameyên ku tên kirin de  wiha axivîn “ Me ji xwe re hedîsa pêxemberê me ‘Dema ku zarokên wê bûn 7 salî wan hînî nimêjê bikin’ kiriye şîar û di her heyama tatîlê de ji ber vê yekê em hewl didin da ku zarokan hînî nimêjê bikin.Me di vê tatîlê de ji nêzî 200 xwendevanî re nimêj, destnimêj û îbadetên mîna van hîn kir.Her wiha ji bona ku em karibin hezkirina nimjê têxin dilê zarokan me bernameninan li dar xist.”

Ew ê bernameya ‘Nûra Çavên min’ bê tertîpkirin

Her wiha rayedarên platformê diyar kirin ew ê di 13ê Sibatê de ji teref Hîra-Dera ku endamê platformeyê ve di Salona Dawetê ya Alyansê ew ê bernameya ‘Nûra Çavên Min’ bê lidar xistin.(ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar