Qeza, li ser rêya Êlih-Qabilcewzê, li nêzî Gundê Îsmaîlka ya navçeya Hezo ya Êlihê qewimî.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 RE 6217 ku ji hêla U.K. 21 salî ve dihat ajotin û hewl dida ji aliyê Holê ve bikeve rêya sereke, li wesayîta bi plaqeya 34 HVK 311ê ku ji hêla Ş.I. 45 salî ve dihat ajotin û ji Qabilcewzê ber bi Êlihê ve diçû, qelibî.
Di qezayê de, bi tevî şofêran tev de 8 kes birîndar bûn.
Ekîbên ku çûn cihê bûyerê welatiyên birîndar ên bi navê UK, KK, AK, Ş.I, E.U, A.U, S.I û U.U birin nexweşxaneyê û tên dermankirin.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)