Di nexweşiyên ûrolojiyê de teşxîsa zû serkeftina dermankirinê zêde dike

Di nexweşiyên ûrolojiyê de teşxîsa zû serkeftina dermankirinê zêde dike

Nexweşiyên ûrolojîk ku dikarin di her temenî de bandorê bikin, ji ber xweşermkirin û kêmasiya agahiyan di nava civakê de pir caran dereng tên ferqkirin.

Op. Dr. Mücahit Kabar diyar kir ku ûrolojî ne tenê bi tenduristiya mêran ve sînordar e û da zanîn ku enfeksiyonên rêya mîzê, kevirên gurçikan, mezinbûna prostatê, mîznekirin/ji ber xwe ve mîzkirin û pirsgirêkên tenduristiya zayînê jî di qada xebata vê beşê de cih digirin.

Kabar got, "Veşartina nîşaneyan ji ber şermkirin an dudiliyê, dikare pêvajoya teşhîs û dermankirinê dereng bixe. Lêbelê serlêdana zû di gelek nexweşiyan de serkeftina dermankirinê zêde dike."

Kabar diyar kir ku enfeksiyonên rêya mîzê bi taybetî li jinan pir tên dîtin û got ku şewitandina di dema mîzkirinê de, pir caran çûna mîzê, mîza şêlû an bîhnxirab û êşa binê zik nîşaneyên girîng in.

Kabar da zanîn ku di kevirên gurçikan de êşa tund a ku ji kêlek û herêma piştê belavî ran dibe, xwîn di mîzê de û dilxelandin dikarin bên dîtin û tekez kir ku vexwarina têr a avê di kêmkirina metirsiya çêbûna keviran de roleke girîng dilîze.

Kabar diyar kir ku mezinbûna prostatê ya ne-xeternak (başhuylu) bi taybetî li mêrên li ser 50 salî dikare bibe sedema pirsgirêkên wekî qelsbûna herikîna mîzê û şevê pir caran çûna mîzê û da zanîn ku ji ber xwe ve mîzkirina ku li jinan û kesên temenmezin tê dîtin jî pirsgirêkeke tenduristiyê ya ku dikare bê dermankirin e.

“Divê stewriya mêran jî bê nirxandin”

Kabar anî ziman ku girêdana pirsgirêka stewriyê (nezayînê) tenê bi jinan ve şaş e û bal kişand ser wê yekê ku di nîvê bûyeran de faktora mêr heye.

Kabar diyar kir ku ger tevî têkiliya cinsî ya birêkûpêk û bêparastin a salekê ducanî çênebe, divê her du hevjîn jî bên nirxandin û got ku muayeneya ûrolojîk û analîza spermê di diyarkirina pirsgirêkên ji ber mêran de girîng in.

Kabar da zanîn ku penceşêra prostat, mîzdank û gurçikan di nav penceşêrên sereke yên ûrolojîk de cih digirin, bi bîr xist ku penceşêra prostatê di qonaxa destpêkê de dibe ku nîşaneyan nede û diyar kir ku divê mêr ji 50 saliya xwe ve û kesên ku di malbata wan de dîroka penceşêra prostatê heye ji 45 saliya xwe ve bi nirxandina bijîşk di warê testa PSA û muayeneyê de bên şopandin.

Kabar da zanîn ku di penceşêra mîzdankê de xwîna mîzê ya bêêş nîşaneke girîng a hişyariyê ye û cixare jî yek ji faktorên sereke yên metirsiya nexweşiyê ye û got ku penceşêra gurçikê pir caran di tetkîkên dîmenkirinê yên ku ji ber sedemên din tên kirin de tê tespîtkirin.

“Adetên jiyana tendurist bipejirînin”

Kabar di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê xwîna di mîzê de, şewitandin û êşa demdirêj, guhertina di herikîna mîzê de an enfeksiyonên dubarebûyî neyên paşguhkirin û wiha axivî: "Giliyên ûrolojîk ne pirsgirêkên ku mirov jê şerm bike ne. Li şûna veşartina nîşaneyan, di wextê xwe de serlêdana bijîşk ji bo teşhîsa zû û dermankirina serkeftî xwedî girîngiyeke mezin e."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.