Hat ragihandin ku li Taxa Baglara Batmanê di navbera du malbatên ku di navbera wan de husumet û dijmintî hebû bikêr û biçekan pevçûn. Ji ber sedema pevçûnê kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin pevçûn duh êvarî li ser Cadeya Geylanîya Taxa Baglarê pêk hat. Li gor îddîayan berîya 3 salan di navbera her du malbatan de ji ber meseleya revandina qîzikê husumet û neyartî dest pê kiribû. Her du malbat ji bona vê husumete ji holê rakin hatin cem hev. Piştî ku her du malbat li hev civîyan di navbera wan de pevçûn derket. Pevçûnê de kêr û çek hatin bikaranîn.
Di encama pevçûnê kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn. Kesên ku birîndar ên binavê K.K, E.K, L.Ş, Î.Ş, Î.T û F.T bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Piştî pevçûnê li taxê ewlehî hat standin û di derbarê pevçûn de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)