Bûyer, li kargeheke li Taxa Gultepeyê ya navenda Êlihê qewimî. Nîqaşa di navbera du koman de ku sedema wê hêna nehatiye zanîn, di demeke kurt de mezin bû û veguherî şerê bi çekan.
Li ser xeberdayîna welatiyan gelek ekîbên polês û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Mirovên birîndar piştî midaxeleya ewil bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. Polêsan li herêmê tedbîrên berfireh ên ewlehiyê girtin û lêpirsîna derbarê bûyerê de didome. (ÎLKHA)