Ji Parlamenterê HUDA PARê Fauk Dînç banga darizandina adil û zelal derbarê kuştina Narîn Guran de
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç ku li Enqereyê serdana bavê Narîn Guran, Arîf Guran kir, diyar kir ku divê kuştin bi hemû aliyên xwe ve bê ronîkirin û berpirsyar li pêşberî hiqûqê hisab bidin.
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç li Enqereyê serdana Arîf Guran, bavê Narîn Guran a 8 salî ya ku di sala 2024an de li Amedê hatibû kuştin, kir.
Dînç ê ku bi Arîf Guran re hevdîtin pêk anî yê ku ji bo derxistina rastiyên di mirina keça xwe de 19ê Îlonê ji Amedê ketibû rê û 69 roj in meşa xwe didomîne, got ku ji bo pêkanîna edaletê divê pêvajoya darizandinê bi awayekî adil û zelal bê meşandin.
Arîf Guran ê ku di serdanê de axivî, diyar kir ku tekane armanca meşa wî derxistina maf û hiqûqa keça wî ye.
"Tekane armanca min maf û hiqûqa keça min e"
Arîf Guran ê ku anî ziman di tevahiya meşê de ji baweriya xwe hêz girtiye, wiha got: "Xwediyê erd û ezmanan Xwedê ye. Rebbê min dê deriyekî li cîhanê veke. Her gaveke ku ez davêjim, her peyveke ku ez dibêjim hêz û qewetê dide min. Bi destûra Xwedê ez gihîştim vir. Tekane armanca min, tekane xwesteka min, Xwedê li jor şahid e, maf û hiqûqa keça min e. Dema ku kujerê keça min derkeve holê, dê bêgunehiya malbata min jî derkeve holê."
"Her gaveke ku te avêtiye girîng e, biqîmet e"
Parlamenterê HUDA PARê Faruk Dînç jî diyar kir ku wî meşa Arîf Guran ji nêz ve şopandiye û got ku têkoşîna ku 69 roj in tê meşandin ne hêsan e.
Dînç wiha axivî: "Xwedê heye, ji roja ku tu li Amedê ketî ser vê meşê heta îro min her roj lê nêrî. Min fikirî ku îro bû roja çendemîn, gelo li ku ye, dê ev pêvajo çawa biçe. Bi rastî heke di hundirê mirov de şewatek tune be, mirov nikare ji Amedê heta Enqereyê bimeşe. Di hundirê te de şewateke ku te dişewitîne heye ku tu ji wir heta vir hatî. Her gaveke ku te avêtiye girîng e, biqîmet e. Ez bawer dikim ku tu gaveke ku te avêtiye vala naçe, keda te vala naçe. Rebbê min di dema herî kurt de maf û heqîqetê derxe holê."
"Bila ev pêvajoya hiqûqî bi awayekî adil û zelal bê meşandin"
Dînç ê ku diyar kir kuştina Narîn Guran êdî bûye mijareke ku wîjdana hevpar a raya giştî eleqedar dike, tekez kir ku hêviya civakê ew e ku kesên di kuştinê de berpirsyariya wan heye bên derxistin û li pêşberî hiqûqê hisab bidin.
Dînç wiha got: "Her kesê xwedî wîjdan dixwaze ku kujerê vê keçikê kî be bê darizandin, li pêşberî hiqûqê hisab bide. Destê kê li bedena vê keça bêguneh ketiye, kê ew li otomobîla xwe siwar kiriye, biriye ku derê, kê çi sûc kiriye bila ev bên derxistin û her kes hisabê sûcê ku kiriye bide."
Dînç bal kişand ser wê yekê ku divê pêvajoya darizandinê bi awayekî ku raya giştî razî bike bê meşandin û wiha axivî: "Bila ev pêvajoya hiqûqî bi awayekî adil û zelal bê meşandin. Bila pêvajoyeke wisa bê xebitandin ku raya giştî razî bike û mirov ji bo biryara hatiye dayîn karibin bibêjin 'Belê, ev biryar rast û adil e.'"
"Di vê pêvajoyê de em amade ne ku tiştê dikeve ser milê me bikin"
Dînç diyar kir ku ne hêsan e Arîf Guran rêya nêzîkî hezar kîlometreyî ya ji Amedê heta Enqereyê tevî baran û heriyê bi meşê bibire û anî ziman ku ji bo derxistina heqîqetê ew amade ne berpirsyariya ku dikeve ser milê wan bi cih bînin.
Dînç destnîşan kir ku ji bo ronîkirina kuştina Narîn Guran, tespîtkirina berpirsyaran û pêkanîna edaletê divê pêvajo bi zelalî bê meşandin û diyar kir ku di vî warî de çi bikeve ser milê wan ew ê bikin.




Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.