Li Baykanê bernameya Wîladeta Pîroz

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Baykana navçeya Sêrtê bernameya Wîladeta Pîroz hat tertîpkirin.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Baykana navçeya Sêrtê bernameya Wîladeta Pîroz a bi nabê ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz. Muhammed’  hat tertîpkirin.Bernameya ku tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir bi xwendina Mewlûda Şerîf berdewam kir.

Piştî Mewlûda Şerîf Endamê Îttîhadul Ulemayê Mela Kerbela Şanli di derheqê girîngiya rojevê de axavtinek kir. Şanli di axavtina xwe ya ku li ser exlaqa biratiyê ya Hz. Muhammed(s.x.l) kir de wiha got: “Xweda Teala di Qur’ana Kerîm de wiha ferman dike ‘Mumin encax bira n. Nexwe birayên xwe li hev bînin û ji Xweda bitirsin, lewra tê hêvîkirin ku we bibexşîne.’ Pêxemberê me jî temamê astengiyên li ber biratiya muminan rakiriye û temamê mumninan ji hev re kiriye bira. Biratiya Îslamê li ser şîara ji bo Xwedê hezkirinê hatiye avakirin û têkîliyeke samîmî ye. Pêxemberê me ji me re tawsîye kiriye ku em ji hev hez bikin. Her wiha rêya jiyaneke şad û bextewar nîşanî me daye.”

Beraname bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)














 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe