Lı Bazîd Û Dêrsımê Êrîş
Lı Ovacıkê Lı Sewcî, Lı Bazîdê Jî Lı Şantıyekê Êrîş Hatın Kırın
Xeberan da zanîn ku li Ovacika navçeya Dêrsimê sersewciyê cimhûriyetê, ji teref kesek nenas ve hatiye kuştin.
Sewcî gava diçe lojmana xwe ya li mehela Kandolarê, keseke nenas bi demançê êrîşî wî dike. Sewcî ğeddar birîndar dibe. Wî radikin nexweşxana dewletê. Ji wir bi helîkoptera eskeriyê wî radikin nexweşxana Firata Elezîzê. Li wir mudaxele kirin. Li ser hadîseyê 4 kes hatin desteser kirin. Ji bo girtina êrîşker operasyon dest pê kir.
Li aliyê din li Bazîdî li herêma çiyayê Tendurekê, li gundê Qarakentê, bişev mensûbên PKKê girtin ser şantiya ku ji bo rê dixebitî. Mensûbên PKKê 7 wesaîtan, mînîbusek, malzeme û kona karkeran şewitandin. 10 karkerên şantiyeyê û cerdevanek bi xwe re revandin.
Li ser hadîseyê operasyon dest pê kir. Hat îfade kirin ku di operasyonê de, hinek kesên revandî firsend dîtine û reviyane. Lê di operasyonê de karkerek hatiye kuştin.