Li Bedlîsê merasîma îcazetê hat lidarxistin

Li navçeya Mutkana Bedlîsê di medreseya dîrokî ya Gundê Oxin de 75 telebe bi merasîma ku hat lidarxistin îcazet sitandin.

Bi merasîma ku li navçeya Mutkana Bedlîsê di medreseya dîrokî ya Gundê Oxin de hat lidarxistin him vekirina medereseya ku hatibû qedandin pêk hat û him jî 75 telebe îcazet sitandin.

Beriya merasîma îcazetê vekirina medreseya ku înşeata wê qediyabû pêk hat. Merasîm bi tîlaweta Qur’ana Pîroz dest pê kir. Dûvre Miderisê Medreseya Oxîn Şêx Fetullah Ayte diyar kir ew ji ber ku him vekirina medreseya ku înşeata wê qediyabû pêk hatiye û him jî dê 75 xwendekar îcazet bistînin bextewar in.

Şêwirmendê Karûbarên Diyanetê Abdurrezak Ateşê diyar kir ji ber ku Serokê Karûbarên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez li derveyê welat e nekariye beşdarê bernamê bibe. Ateş diyar kir di gel vê pêvajoya zor û zehmet li herêmê gelek merasîmên îcazetê tên lidarxistin û ji ber ku wî menzereya îcazeta 75 telebeyan dîtiye hêviyên wî ji nû ve çêbûye.

Dûvre Waliyê Bedlîsê Ahmet Çinar axavtineke kir. Çinar ji kesên ku keda wan di vekirina medresê de heye re teşekur kir û ji teleban re temeniya serkeftinê kir.

Walî Çinar diyar kir ku alema Îslamê him madî û him jî manewî di bin zulmê de ye. Dûvre Çinar wiha li axavtina xwe kir: “Xweda hînbûna ilmê li pîrek û zilaman ferz kiriye. Mixabin dema ku li alema Îslamê ya li ser rûyê dinê tê mêzekirin alema Îslamê cahîltir e û ji ilmê dûr e. Mumîn ew kes e ku mirov lê ewle bibe. Lê Misliman bûye wekê kesên ku ewledar nîne. Heqxwarina evdan emrê Xweda ye. Lê bi şiklekî zêde heqê însanan tê xwarin. Edalet emrê Xweda ye lê dewletên ku herîkêm edaletê pêk tînin dewletên Îslamî ne.”

Waliyê Bedlîsê Ahmet Çinar, Serokê Giştî yê Yekitiya Alim û Medresan Mela Enwer Kiliçarslan, ji şêxên Nexşîbendî Abdulkerîm Çevîk, Miderisê Medreseya Oxîn Şêx Fetullah Ayte, gelek rîspiyên herêmê û gel beşdarê merasîmê bûn.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye